Kızılkaya: Dewlet dê bêyî HDPê bi Ocalan re hevdîtinê bike

Tê çaverêkirin ku proseya aştiyê ya li Tirkiyê ku ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê hatibû rawestandin ji nû ve were destpêkirin.

Kızılkaya: Dewlet dê bêyî HDPê bi Ocalan re hevdîtinê bike
Kızılkaya: Dewlet dê bêyî HDPê bi Ocalan re hevdîtinê bike

K24-Stenbol

Tê çaverêkirin ku proseya aştiyê ya li Tirkiyê ku ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê hatibû rawestandin ji nû ve were destpêkirin. Pispor dibêjin, tesîr û rola Abdullah Ocalan zêdetir dê derkeve pêş û pirsa Kurd li meclîsê bi awayekî demokratîk û ji tundiyê dûr were çareserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê, aqûbeta pêvajoya çareseriyê ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin pir dihat meraq kirin. Proseya ku di sala 2013'an de rû dabû piştî 2 sal û nîv ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirk de hate rawestandin.

Parlamenterê berê yê Ak Partiyê rojnamevan Muhsin Kızılkaya diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelek aktor hene ku tesîra wan li ser PKK'ê heye, encamên hilbijartinê jî nîşan da ku xelk şerê çekdarî naxwaze, gel dixwaze pirsgirêkên wan bi awayekî aştiyane li meclîsê werin çareserkirin.

Kızılkaya wiha axifî: "Ez bawer nakim ku êdî dewlet HDPê bike muxatab. Di vir de rol û girîngiya Ocalan zêde ye. Mîna berê hevdîtîn dûrûdirêj wê dewam nekin. Dewlet ji Ocalan re bibêje, rênameyekê diyar bike, Ocalan jî ji hevalbendên xwe re wê bibêje, di rojên diyarkirî de çekê xwe deynin. Ewê jî guhdariya wî bikin."

Akademîsyen û parlamenterê berê Ufuk Uras jî dibêje ku eger partiyên siyasî yên li parlamentoyê di nav xwe de li hev bikin, proseya aştiyê jî dê zûtir bigihe encamekê.

Uras got: "Proseya aştiyê di têkoşîna demokrasiyê de cîhekî girîng digire. Gel peyama xwe di hilbijartinan de daye û dixwaze ev pirsgirêk li meclîsê bi siyaseta demokratîk were çareserkirin. Di vir de Ocalan, rexne li hemû aliyan digire û di sala nû de rola wî zêdetir dê derkeve pêş."

Piştî ku PKK'ê agirbesta yekalî bi dawî kir, metirsiya dijwarbûna şer li Bakurê Kurdistanê zêdetir bû. Çavdêr û aliyên siyasî ku di proseya aştî û çareseriyê de cîh girtibûn, hewildanên bo vekirina rêya diyalogê didomînin.