Li Bakurê Kurdistanê hêjmara cangoriyan zêde dibe

zêdeyî 10 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li Bakurê Kurdistanê hêjmara cangoriyan zêde dibe
Li Bakurê Kurdistanê hêjmara cangoriyan zêde dibe

K24- Diyarbekir

Di aloziyên li Bakûrê Kurdistanê de, hêjmara cangoriyan zêde dibe.

Di buyerên ku doh li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê derketibûn, Ferhad Dogru ku 17 salî bû, bi guleyekê ji pişta xwe birîndar bûbû û îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di buyerên dijwar yên piştî hilbijartinê de, sivîl û zarok jî di nav de zêdeyî 10 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Alozî li navçeyên Sûr û Farqînê yên Diyarbekirê û gelek deverên din ên Bakûrê Kurdistanê berdewam in.