"Li Sûriyeyê bêyî Kurdan şerê DAIŞê nayê kirin"

Berdevkê Emerîkî yê Operasyonên li dijî DAIŞê ên li Iraq û Sûriyeyê, Steve Warren bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êdî çekan yekser nadin YPGê.

 "Li Sûriyeyê bêyî Kurdan şerê DAIŞê nayê kirin"
"Li Sûriyeyê bêyî Kurdan şerê DAIŞê nayê kirin"

K24-Enqere

Berdevkê Emerîkî yê Operasyonên li dijî DAIŞê ên li Iraq û Sûriyeyê, Steve Warren bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êdî çekan yekser nadin YPGê. Lê ew dê bidin Hêzên Demokrat ên Sûriyeyê. Pisporên siyasetê jî dibêjin ev daxuyaniya Emerîkayê ne rast e.

Pisporên Siyaseta Rojhilata Navîn biryara Emerîkayê ya derbarê YPGê de nirxandin û destnîşankirin ku YPG mezintirîn hêz e li Sûriyeyê û ji ber vê yekê her çiqas Emerîka bêje em dê çekan nedin YPGê jî, wê ew çek bi şiklekî bikevin destê YPGê. 

Lêkolînerê polîtîkayên navdewletî Bilgehan Öztürk dibêje helbet Emerîka nikare raste rast bêje emê çekan bidin YPGê ji ber wê yekê ew dê di bin siya Hêzên Demokrat ên Sûriyeyê de çekan bişînin.

Bilgehan Öztürk got: "Her çiqas rayedarên Emerîkî bêjin, em van alîkariyan nadin YPGê û didin hêzên Ereb ên li Sûriyeyê jî, kesên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dişopînin haya wan ji hêza YPGê û hêza rêxistinên din û hebûna wan heye. Her kes dizane ku ew alîkarî wê bigihe deste YPGê. Ji ber ku YPG di warê leşkerî û xwerêvebirinê de ji komên din xurttire."

Li aliyê din, Pisporê Siyasetê Veysel Ayhan jî dibêje haya Emerîka ji hêza YPGê heye û nikare têkiliyên xwe yên bi wan re qut bike û wiha pêde çû: "Beyî YPGê hêzên Demokrat di nav Sûriyeyê de kêm in. Hêza wan, têsîra wan û dengê wan kêm e. Ji ber wê jî di hevkariya bo Sûriyeyê de ya bo şerê li dijî DAIŞê, bê Kurd şer çênabe, bêyî Kurd hêz çênabe. Ji ber wê têkiliyên Kurdan ên bi Emerîkayê re dê berdewam bin."

Emerîka di meha borî de 110 kolî çek dabûn YPGê ku Salih Muslim jî ew alîkarî piştrast kiribû. Lê belê rayedarên Tirk ji ber alîkariya Emerîkayê ya bo Kurdan her tim nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêjin çi YPG û çi PKK bo wan her du yek in û ew naxwazin alîkarî ji wan re were şandin.