Polîtîkaya HDPê ya Tirkiyeyîbûnê dê biguhere yan na?

Dengvedanên hilbijartinên 1ê Mijdarê berdewam in. Di encama hilbijartinan de HDPê heta astekî wenda kir. Di nav 59 parlamenterên HDPê de piraniya wan ji bajarên Kurdistanê derketin. Herwiha tê çaverêkirin ku ka gelo ev rewş dê bandoreke çawa li ser siyaseta HDPê ya Tirkiyeyîbûnê bike.

Polîtîkaya HDPê ya Tirkiyeyîbûnê dê biguhere yan na?
Polîtîkaya HDPê ya Tirkiyeyîbûnê dê biguhere yan na?

K24-Enqere

Dengvedanên hilbijartinên 1ê Mijdarê berdewam in. Di encama hilbijartinan de HDPê heta astekî wenda kir. Di nav 59 parlamenterên HDPê de piraniya wan ji bajarên Kurdistanê derketin. Herwiha tê çaverêkirin ku ka gelo ev rewş dê bandoreke çawa li ser siyaseta HDPê ya Tirkiyeyîbûnê bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi slogana “Tirkiyeyîbûnê” tevlî hilbijartinên 7ê hezîranê bûbû. Di encama hilbijartinan de HDP ku xwe wek nûnerê Kurdan dibîne yekem car benda ji sedî 10 derbas kir û bi 80ê parlamenteran di parlamentoyê de cih girtibû.

Lê belê ew rewş di hilbijartinên 1ê Mijdarê de guherî û hejmara parlamenterên HDPê daket 59an û li bajarên Tirkiyeyê kêmbûna piştrigiya HDPê derket pêş çawan.

HDP, di heyama nû de wê guhertinekê di vê polîtîkaya xwe de bike yan na? Parlamenterê berê yê BDPê Hamît Geylanî bersiva vê pirsê dide: "Gelên Tirkiyeyê; hemû rêxistin, hemû karker, hemû aştîxwaz, hemû demokrasîxwaz me bi hev re partî damezrandiye. Ev stratejik e. Ne tiştekî xelet e. Ji niha pê de jî dê berdewam  bike."

ESP, wek fraksiyonek ku girêdayî HDPê beşdarî hilbijartinan bûbû, piştî van encaman gelo eger heye di navbera wan û HDPê de têkilî lawaz bibin? Bersiva vê pirsê jî Nûnerê ESPê û Endamê HDPê Alp Altinors dide: "Em difikirin ku nêrînên HDPê, ji aliyê welatiyên me ve di wan hilbijartinan de dîsan hat pesend kirin. Li gor min berevajî,  HDPê dê pêkhateyên xwe zêde bike û têkoşîna xwe dê bidomîne."

Di prosesa wergirtina wezaretan de ji ber ku parlamenterê HDPê yê Stenbolê Levent Tuzel li dijî biryara partiyê tevgeriya bû di nav HDPê de nîqaşên pêkhateyan destpêkiribûn û van encaman ew nîqaş dîsa xist rojevê. Lê belê rayedarên HDPê li ser yekitiya pêkhateyên xwe bibiryar dixwiyên.