Kurdistan24
Nivîskar
Li Tirkiyê 7 alîgirên DAIŞê hatin girtin
Li bajarê Edene yê Tirkiyê 5 welatiyên ji Endoneziya ku dixwestin tevlî DAIŞ'ê bibin û 2 Fransî hatin binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Edene yê Tirkiyê 5 welatiyên ji Endoneziya ku dixwestin tevlî DAIŞ'ê bibin û 2 Fransî hatin binçavkirin.
Polîsên Edeneyê di serdegirtina otelekê de, hêjmarek welatiyên biyanî yên dixwestin biçin Sûriyê binçav kirin. 5 welatiyên ji Endonezya ne û 2 Fransî hatin binçavkirin. Piştî lêkolînê jî ji bo dadgehê hatin şandin.
Li bajarokê Elbeylî yê girêdayê Kilîsê jî 5 biyaniyên ku dixwastin biçin Sûriyê û tevlî DAIŞ'ê bibin hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de walîtiya Kilîsê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku 5 kesên dixwastin di sînorê Elbeylî re derbasî Sûriyê bibin hatin binçavkirin. Li gor daxuyaniyê derbarê wan kesan de lêpirsîn hatiye destpê kirin.
Bajarê Kilîsê ku dikeve ser sînorê Sûriyê li hemberî bajarokê Ezazê yak u di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ye, dibe dergehek ji derbasbûna endamê DAIŞê yên biyan.