Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka êrîşên xwe li dijî DAIŞê zêdetir dike
Fermandarê Fermandeya Navenda Hêzên Esmanî yê Amerîkayê radigehîne ku ewê êrîşên xwe yê esmamî li dijî DAIŞê xortir bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Fermandeya Navenda Hêzên Esmanî yê Amerîkayê radigehîne ku ewê êrîşên xwe yê esmamî li dijî DAIŞê xortir bikin.
Fermandarê Fermandeya Navenda Hêzên Esmanî yê Amerîkayê Ginêral Chareles Braon n îro 7 Mijdarê di Kongreya Navdewletî ya Fermandarên Hêzên Esmanî de li Dubey ragehand ku ewên êrîşên xwe yên esmanî di hefetên bû de zêdetir bikin.
Braon sedema kêmbûna êrîşên wan di mehên Tîrmeh, Îlon û Cotmehê de eşkere kir ku ji ber rewşa seqayê û kêmbûna çalakiyên DAIŞê bûn. Biraon da xuyakirin ku heger çalakiyên DAIŞê nebin ew nikarin wan bikin armanc, ji ber ku endamên wê rêxistinê bi hêsanî xwe di nav sivîlan de vedişîrin.
Braon rexneyên ku dibêjin Amerîka êrîşên xwe red kir ku, her dem êrîşên wan bi hûrgilî tên ancamdan.
Li gor plana ku Washington li ser kar dike ji bo jinavbirina DAŞê ew e ku her du bingehên sereke yên DAIŞê li Sûriyê Reqa û li Iraqê jî Mûsilê ji hev cuda bikin.
Di çarçova vê planê de niha li Sûriyê Hêza Sûryaya Demokrat li başûr û rojhilata Hesekê ji çend rojan de dest bi operesyonan kirine, ji ber xêza destpêkê ya Reqayê ji aliyê bakurê vê parêzgehê, bajarokê Holê ye. Li Iraqê jî niha Hêzêa Pêşmerge amadehiyê ji bo kontrolkirina Şingalê digel Hêzên Hevpeymaniyê dikin.
Tê zanîn ku Washington û Mosko derbarê firîna di esmana Sûriyê de û ji bo ti rûbirûyeke nexwastî rû nede, gehêştine rêkeftinekê.