Li Tikiyeyê kujerên Kurdan nayên cezakirin

Xizmên windayiyên 1990î ku wek "Cangoriyên Kujer Nediyar" tên pênasekirin, bi piştgiriya Komeleya Mafên Mirovan, di 352emîn hefteyî de jî çalakiya xwe lidaxistin û daxwaza dadweriyê kirin.

Li Tikiyeyê kujerên Kurdan nayên cezakirin
Li Tikiyeyê kujerên Kurdan nayên cezakirin

K24 – Naveda Nûçeyan

Xizmên windayiyên 1990î ku wek "Cangoriyên Kujer Nediyar" tên pênasekirin, bi piştgiriya Komeleya Mafên Mirovan, di 352emîn hefteyî de jî çalakiya xwe lidaxistin û daxwaza dadweriyê kirin.

Rêxistina Dayikên Şemiyê di çalakiya ku li ber Pêykerê Mafê Jiyanê ye li Parqa Koşûyolî ya Amedê îro 7 Mijdarê hat lidarxistin de, bertek ji encamdayîna doza cangoriyên li Cizîrê kU di salên 1993 û 1995an de pêkhatibûn nîşandan. Ragihandin ku ji aliyê peywirdarên dewletê yê wê demê ve 21 kes hatibûn kuştin, lê 2 roj berê ji bo kiryaran biryara bêtawaniyê hatiye dayîn.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ku wê demê, bi piştgiriya dewleta Tirk ji 17 hezar û 500 kesî zêdetir welatiyên Kurd hatine winda kirin û kuştin. Disa bal kişandin ku dewleta Tirk hêj jî hewla ku kiryarên wan komkujiyan biparêzin dide û hemû dozên ku hatine vekirin ya neklî bajarên rojavayê Tirkiyeyê dikin yan jî kiryarên wan bê ceza dihêlin.

Çalakvanan diyar kirin ku ewên tekoşîna xwe ya ji bo pêkhatina dadweriyê bidomînin.