Kurdistan24
Nivîskar
YE: Dê rûpeleke nû ligel Îranê were vekirin
Serokê Perlemantoya Ewropî ji Îranê de ragihand ku piştî rêkeftina atomî ya di navbera Îran û grûpa 5+1 de, dê rûpeleke nû ligel Îranê were vekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Perlemantoya Ewropî ji Îranê de ragihand ku piştî rêkeftina atomî ya di navbera Îran û grûpa 5+1 de, dê rûpeleke nû ligel Îranê were vekirin.
Serokê Perlamantoya Ewropî Martin Schulz îro 7 Mijdarê di konfiranseke rojmanevanî de ligel Serokê Encûmena Şêwirmendiyê yê Îranî, li Îranê ragehand ku piştî piştî rêkeftina atomî ya di navbera Îran û grûpa 5+1 de di 14 Tîrmeha borî de hatiye îmzekirin, dê rûpeleke nû ligel Îranê di warî bazirganî, siyasî û çandî were vekirin.
Serdana Schulz ji Îranê re, wek yekemîn serdana Serokê Perlemantoya Ewropî ji wî welatî re tê jimartin, herwiha biryar e jî ew ligel Serokê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Derve Mihemed Cewad Zerîf re bicive.
Lê dimîne rola Îranê di destêwerdana di Sûriyê de û piştgîra wê ji Esed re, herwiha pişikdariya Hêza Pasdarên Îranê di şer û pevçûnên li dijî opozîsyona Sûriyê ji nakokiyên herî sereke ne di navbera hêzên Rojavayî û Îranê de.
Îran jî ji bo cara yekem ji destpêka kirîza Sûriyê 2011 de, di Civîna Vienna-2 bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û 17 welatan roja 30ê Cotmehê, hatibû lidar xistin, beşdar bûbû.
Yekîtiya Ewripayê (YE) ji 18 Cotmehê de, di çarçoeyeke yasayî de hemû cezayên darayî û aborî yên girêdayî bernama atomî ya Îranê hatine sepandin, bidawî anî, lê ew biryar cibicî nabe heta IAEA lempa kesk ji pabendiya Îranê re pênexe.