Rûsya "Roja Rûmetê" pîroz dike

Di salvegera 74emîn de berxwedana Artêşa Sor a li dijî Almanyayê hate bibîranîn û numayişeke leşkerî li Qada Sor hate lidar xistin.

Rûsya "Roja Rûmetê" pîroz dike
Rûsya "Roja Rûmetê" pîroz dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Di salvegera 74emîn de berxwedana Artêşa Sor a li dijî Almanyayê hate bibîranîn û numayişeke leşkerî li Qada Sor hate lidar xistin.

Rûsya salvegera 74emîn ya “Roja Rûmetê” ango  berxwedana Artêşa Sor a li dijî Almanyayê ye, îro 7 Mijdarê, ev berxwedana dîrokî bi numayişeke leşkerî bibîr anîn.

Heyama Şerê Cîhanê yê Duyem, sala 1941an Artêşa Sor a Rûsyayê li Qada Sor a Moskovayê bi nimayişeke leşkerî ya gewre derketibû şer û li hemberî êrîşa Almanyaya nazî berxwedaneke dîrokî dabû.

Îsal di numayişa leşkerî ya li Qada Sor de digel 5 hezar û 500 kesî, 21 xaziyên şerê 1941î yê li dijî Naziyan amade bûn.

Numayiş û pîrozbahiyên ku her sal tên pêşkêşkirin gelekî rengîn in û Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi cil û bergên leşkerî û otombîlên zirxdarên yên wê serdemê beşdarî merasîmê bûbûn.

Ev nimayişa 7ê Mijdara 1941an hatibû lidarxistin û her sal li heman cihî jî tê pîrozkirin.