Cebar Yawer: Pêşmerge beşdarî rizgarkirina Mûsilê dibin

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge radigehîne ku Hêza Pêşmerge beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê dibe.

Cebar Yawer: Pêşmerge beşdarî rizgarkirina Mûsilê dibin
Cebar Yawer: Pêşmerge beşdarî rizgarkirina Mûsilê dibin

K24 – Hewlêr

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge radigehîne ku Hêza Pêşmerge beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê dibe.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Cebar Yawir ji K24ê re ragehand ku ji bo operesyona rizgarkirina bajarê Mûsilê, odeyeke hevahengiyê ji serkirdeyên Pêşmerge, Artîşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî li Hewlêrê hatiye avakirin.

Yawir amaje kir jî ku, Pêşmerge beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsil dibe, ji ber ku Mûsil wek dilê DAIŞê ye, heger Hêza Pêşmerge karîn bigehin dilê DAIŞê, tê wateya ku DAIŞ bidawî dibe.

Yawir nîşana wê yekê jî da ku, biryara beşdariya Hêza Pêşmerge di kontrolkirina Mûsilê de ji aliyê desthilatên bilind yê Herêma Kurdistanê hatiye dayîn.

Bajarê Mûsilê ji Hezêrana 2014an de di bin kontrola rêxistina radîkal DAIŞê de ye, zêdetirî 3 milyon kes jî ji Mûsilê koçber bûn, bi taybet jî koçberan berên xwe dan Herêma Kurdistanê.