Kurdistan24
Nivîskar
Firokeyên Hevpeymaniyê bi tundî Şingalê bombebaran dikin
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî pêgehên DAIŞê li Şingal bombebarm dikin, heta niha jî bombebaran berdewam e.
K24 – Hewlêr
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî pêgehên DAIŞê li Şingal bombebarm dikin, heta niha jî bombebaran berdewam e.
Fermandarê Hêza Pêşmerge Eqîd Şahîn Cewher îşev 7 Mijdarê ji K24ê re ragehand ku firokeyên şer yê Hevpeymaniya Navdewletî li ser zanyariyê Hêza Pêşmerge pêgehên DAIŞê li Şingalê bombebaran kirin.
Cewher got jî, bombebarankirina Şingalê ji 10 rojan de destpê kiriye, herwiha rojane jî bi dirêjehiya 1 demjimêrê bi tundî pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.
Cewher amaje kir ku, bombebarankirina firokeyên Hevpeymaniyê li ser DAIŞê bi dûriya 1 K.M nêzîkî çeperên Pêşmerge tên encamdan, lê Cewher got jî ti ziyan negihêştiye Hêza Pêşmerge û pêşmerge xwe baş diparêzin.
Cewher ragehand jî ku Hêza Pêşmerge di amadehiyê de ne bo êrîşkirina Şingalê û rizgarkirina wê ji DAIŞê, lê ew li biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê mane.