"Qedexekirina herêman binpêkirina destûrê ye"

Li Amedê hiqûqnasan li Bakurê Kurdistanê, ragehandina Heremên leşkerî yên ewle û qedexeyên derketina kolanan weke li dijî destûra bingehîn ya Tirkiyeyê û destûrên mafên mirovan yên gerdûnî binav dikin.

"Qedexekirina herêman binpêkirina  destûrê ye"
"Qedexekirina herêman binpêkirina destûrê ye"

K24 – Amed

Li Amedê hiqûqnasan li Bakurê Kurdistanê, ragehandina Heremên leşkerî yên ewle û qedexeyên derketina kolanan weke li dijî destûra bingehîn ya Tirkiyeyê û destûrên mafên mirovan yên gerdûnî binav dikin.

Parêzerên Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê îro 7 Mijdarê konferansek saz kirin û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Profesorê Hiqûqnasî Îbrahîm Kaboglû û Serokê Komeleya Dadwerên Damokrat, Dadwer Orhan Gazî Ertekîn tê de amade bûn û gotar pêşkêş kirin.

Hiqûqnasan, ragihandin ku li Tirkiyê destûr li gor desthilatdariyan şêwaza xwe diguhere û ev yek jî tê wateya ku li Tirkiyeyê hiqûq û destûrek hevbeş nemaye. Hiqûqnasan diyar kirin ku ger li ciyekî grûpek an jî rêxistinek, tundrewî pêk bîne û dewlet jî bi tundrewiyan li çareseriyê bigere wê demê dewlet jî bi wê tundrewiyê re dibe pişikdar e .

Hiqûqnasan bal kişandin ser, biryarên ragehandina qedexeyan û diyar kirin ku ev yek ne erkê Parêzgarî û Qaymeqaman e û parlamento jî nikare azadî û demokrasiya civakê ji bo ewlehiyê betal bike.

Hiqûqnasan gotin jî, ragehandina heremên qedexe û qedexeyên derketina kolanan li dijî hemû destûrên li Tirkiyê ye. 2 rêbaz hene yan dewlet dê di nêzikayek netewperestî peyrew bike û dê ecamên metirsî rû bidin, yan jî destûreke ku hemû aliyên civakê wekhev tê de cîh bigre bê amadekirin.