Evîn Şikakî
Reporter
Rûsya 44 firokeyan dişîne Misrê
Di 31ê Cotmehê, firokeyeke bazirganî ya Rûsî ku 224 kes tê de bûn ji cura (Airbus) li sînorê bajarê Sîna ket xwarê, piştî ketina firokeyê Rûsyayê geştên xwe yên esmanî bo wî welatî rawestandibûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Biryare Rûsya bo vrgerandina welatiyên xwe yên geştyar li Misrê 44 firokeyan bişîne wî welat.
Di 31ê Cotmehê, firokeyeke bazirganî ya Rûsî ku 224 kes tê de bûn ji cura (Airbus) li sînorê bajarê Sîna ket xwarê, piştî ketina firokeyê Rûsyayê geştên xwe yên esmanî bo wî welatî rawestand.
Di daxuyaniyekê de Ajansa rûsyayê a Fedral duh, 7ê Mijdarê ragrhand ku Rûsya dê 44 frokeyên xwe bo vegerandina welatiyên xwe bişîne Misrê.
Ajansê da zanîn ku ew dê 30 firokeyan ji kompaniyên Rûsî yên Firînê bê rêwî bişîne Xerdaqa, herwiha 14 e firokeyan jî dişîne Şerim el-Şêx.
Ajansê eşkere kir ku 78 hezar geştyarên Rûsî li Misrê hene û çaverêne vegerin welatê xwe.
Di heftiya borî de berpirsê komîteya lêpirsînê a ketina firokeya Rûsî diyar kir bû ku firoke li esmana bibû du perçe û heta niha egerên rasteqînî yên ketina wê ne diyarin.