Kurdistan24
Nivîskar
Dozên li ser rojnamegeran tên vekirin zêde dibin
Li Tirkiyeyê ji ber heqaretan, di dijî rojnameger û rojenameyan 67 doz hatine vekirin.
K24 - Enqere
Li Tirkiyeyê ji ber heqaretan, di dijî rojnameger û rojenameyan 67 doz hatine vekirin. Yek jî van dozan jî li dijî rojnamaya Birgunê hat vekirin û ku wek tiştekî sosret tê nirxandin.
Hejmara dozên bi hinceta heqaret li serokomar tên kirin ên li dijî rojnamegeran zêde dibin. Ji ber nivîseke di rojnameya Cumhuriyetê hatiye weşandin, doz li rojnameya Birgunê hat vekirin.
Nûnerê Birgunê Yaşar Aydın da zanîn ku ji bo dengê rojnameyên muxalif kêm bibe, gelek dozên balkeş tên vekirin û ew doza ku herî dawî hatiye vekirin jî tu tekiliyeke wê bi rojnameya wan ve tune ye.
Derheqa mijarê de Nûnerê Rojnameya Birgünê yê Enqereyê Yaşar Aydın ji K24ê re got: "Di rojnameya Cumhuriyetê de nivîsek hatiye weşandin, lê belê li dijî Birgunê doz vebû. Ew doza li dijî me hatiye vekirin, nişan dide ku em karên xwe baş dikin, dixwazin rojnameya me bigrin. Ji ber vê yekê em nikarin wê bûyerê bi tena serê xwe wek doza heqeretê bibînin."
Parêzer Ömer Ediz Yoraz jî diyar kir ku ew dozên han di çarçoveya xala 144 a Qanûna Cezayan de tên vekirin û wiha axifî: "Ew xala 144an xelet tê şîrovêkirin. Ji ber ku ew bo maqamê hatiye çêkirin, ne ji bo kesayeta ne. Li gorî Xala 26. a destûra bingehin jî xelet e. Ji ber ku rojnamager li gorî azadiya gotinê tevdigerin."
Hiqûqnasan diyar kirin ku eger wiha berdewam bike û ew kesên tên darizandin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin dê Tirkiye were mehkûmkirin.