Kurdistan24
Nivîskar
AK Partî li ser guhertina destûrê pêdagir e
Parlamenterên partiya desthilatdar derbarê hikûmeta nû de nerînên xwe tînin ziman
K – 24 Enqere
Çend rojên din Parlamentoya Tirkiyê vedibe. Parlamenterên nû jî dest bi tomarkirina navên xwe kirin. Parlamenterên partiya desthilatdar derbarê hikûmeta nû de nerînên xwe tînin ziman.
Piştî ku Desteya Bilind a Hilbijartinan encamên dawî eşkere bike Parlamentoya Tirkiyeyê dê ji bo merasîma sûndxwarinê bicive û heyama nû wê destpê bike. Parlamenterên partiya desthilatdar derbarê heyama nû de agahî dan K24ê.
Cîgirê Seroka Koma Ak Partiyê İlknur İnceöz diyar kir ku di van hilbijartinan de gelê Tirkiyê daxwaza guhertina destûrê kiriye got: "Bi awayekî lezgîn divê komisyonek were avakirin ku li ser destûra nû bigihin rêkeftinekê, Lê bele nizanim wê komisyon çawa bê avakirin, belkî wek cara din, belkî jî li gor hejmara parlamenteran partî di komisyonê de cîh."
Cîgirê serokê Koma AK Partiyê Naci Bostancı rexne li helwesta partiyên opozîsyon girt û wiha axifî: "Mixabin partiyên opozîsyonê nîqaşa pergala serokatiyê di şexsiyeta serokkomarê me de dibînin, nabînin ku kesayet diçin, pergal dimîne. Divê li pêşeroja Tirkiyeyê bifikirin”
Parlamenterê AK Partiyê yê Dîlokê Mehmet Şimşek digel hevjîna xwe û keçên xwe yên cêwîk li parlamentoyê navê xwe tomar kir û ew jî li ser guhertina destûrê rawestiya: "Em kêyxweş in, em ê hewl bidin ku di zûtirîn dem de sozên xwe bînin cih lê belê berî sozan a girîng ew e ku ji bo pêşeroja welatiyên Tirkiyeyê em reforman bikin."
Di heyama din de bi nûnertiyeke wekhev komîsyonek ji bo guhertina destûrê hatibû avakirin. Komîsyonê di dawiya xebatên xwe de giştînameyeke ji 60 maddeyan pêk dihat amade kiribû lê belê ew giştîname yek bi yek nehatibû qebûlkirin.