Li Îranê 19 milyon jin bêkar in

nêzîka ji sedî 78ê jinên Îranê tu çalakiyeke wan a aborî nîne û rêjeya bêkariyê di nav jinan de du qatê bêkariya mêran e.

Li Îranê 19 milyon jin bêkar in
Li Îranê 19 milyon jin bêkar in

K – 24 Navenda Nûçeyan

Rêjeya bêkariya jinên Îranî gehiştiye ji sedî 78, bi awayekî ku du qatê rêjeya bêkariya mêran e.

Cîgira Serokkomarê Îraqnê bo Karûbarê Jinan Şehîndoxt Melawêrdî ragehand ku nêzîka ji sedî 78ê jinên Îranê tu çalakiyeke wan a aborî nîne û rêjeya bêkariyê di nav jinan de du qatê bêkariya mêran e.

Melawêrdî doh 7ê Mijdarê eşkere kir ku di 40 salên borî de rêjeya beşdariya jinan di çalakiyên aborî de nehatiye guhertin û tenê ji sedî 12ê jinên Îranê pîşeyê wan ê fermî heye û zêdeyî 19 milyon jin jî bêkar in.

Li gor raporteke Rêveberiya Amaran a Îranê, rêjeya beşdariya jinan di çalakiyên aborî de ku di dema Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad de gehiştibû ji sedî 17an, niha daketiye ji sedî 7an.