Kurdistan24
Nivîskar
Li Kurdistanê tundûtujiya li hemberî jinan zêde dibe
Li Herêma Kurdistanê di şeş mehên borî yên 2015ê de, 81 rewşên xwekuştin û xweşewitandinê çêbûne û rêjeya tundûtujiya cinsî jî ber bi zêdebûnê ve diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Herêma Kurdistanê di şeş mehên borî yên 2015ê de, 81 rewşên xwekuştin û xweşewitandinê çêbûne û rêjeya tundûtujiya cinsî jî ber bi zêdebûnê ve diçe.
Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê, amarên şeş mehên îsal belav kirin û têde 57 rewşên xweşewitandin û 24 rewşên xwekuştinê hatine tomarkirin. Ji aliyekî din ve rêjeya tundûtujiya cinsî jî zêde bûye û di wê demê de 65 rewş hatine tomarkirin.
Li gor heman amaran, li Hewlêrê 12 jinan xwe kuştine û 12 jî hatine kuştin, hevdem 41 rewşên xweşewitandin an şewitandin hatine tomarkirin, 3 rewşên cinsî û hezar 255 doz jî hatine vekirin.
Li parêzgeha Silêmaniyê jî 6 rewşên kuştinê, 11 xwekuştin, 24 şewitandin, 17 rewşên xweşewitandinê, 29 rewşên cinsî û 616 doz hatine tomarkirin.
Li sînorê parêzgeha Dihokê, 23 rewşên şewitîn, 4 kuştin, 8 xwekuştin û 10 xweşewitandin û 21 rewşên tundûtujiya cinsî hatine tomarkirin ligel vekirina 964 dozan.
Li navşeya Germiyanê jî 6 rewşên kuştinê, 2 xwekuştin, 7 şewitîn, 8 xweşewitandin, 12 rewşên tundûtujî û 440 doz hatine tomarkirin.
Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê, salane çend caran li gor dozen hatine belavkirin rêjeya tundûtujiyê belav dike, loma dibe ku ev rêjeya rast gelekî zêdetir be.