Kurdistan24
Nivîskar
Li Tirkiyê astengî ji rojnamevanan re tê çêkirin
Şerê navbera PKK û Tirkiyê û herwiha milmilaneya aliyên siyasî wiha kiriye ku di vê demê de ji hemû caran zêdetir, rojnamevanên Tirkiyê ji tevger û danûstandina dezgehên ewlekarî û leşkerî bêzar bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şerê navbera PKK û Tirkiyê û herwiha milmilaneya aliyên siyasî wiha kiriye ku di vê demê de ji hemû caran zêdetir, rojnamevanên Tirkiyê ji tevger û danûstandina dezgehên ewlekarî û leşkerî bêzar bibin.
Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, roja 6 Mijdarê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 26 rojnamevan ku doz li ser wan hatibû tomarkirin çûn dadgehê, berî niha jî çendîn rojnamevanên din jî bi tohmetên cuda hatine dadgeh kirin û beşek ji wan ji karê xwe hatine dûrxistin û cezakirin.
Piraniya wan rojnamevanan bi tohmeta piştgirîkirina terorê tên dadgeh kirin. Ew rojnamevan jî ew kes in ku li medya dijberên hikûmetê kar dikin an jî nêzîkê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne. Li gor hikûmeta Tirkiyê, ew rojnamevan metirsî ne bo ser asayîşa neteweyî. Gelek rojnamevan û rewşenbîr jî, vî karê hikûmetê wek binpêkirina mafê rojnemevanan dibînin.
Li gor Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê; "Sala 2014ê saleke reş bû bo rojnamevanan ku di şeş mehên borî de 981 rojnamevan ji karên xwe hatine dûrxistin û 56 rojnamevanên din jî hatine neçarkirin ku dest ji karê xwe berdin. Di heman demê de polîsan bi ser rojnameyên Hurriyet, Cumhurîyet, Bugun, Zaman û hinek kanalên televizyonan de girtin û astengî ji wan re hatin çêkirin."
Herçiqas berî niha Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê nerazîbûna xwe gihandin hikûmeta Enqereyê, lê belê hikûmetê bi tohmeta rewşa navxwe ya welat û metirsiya terorê li navçeyê, berdewam doze derbarê rojnamevanan de vedike û rê li karê wan tê girtin. Rojnamevan jî dibêjin ku rêgirtin li wan bûye pirseke siyasî û wan tohmetan red dikin.