Kurdistan24
Nivîskar
Sîrwan Barzanî: Em li benda azadkirina Mûsilê ne
Her dema ku ferman were dayîn Hêzên Pêşmerge amade ne, lê belê Artêşa Iraqê biryara azadkirina Mûsilê paş dixe û her dibên îro û sibe."
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandeyê Eniya Giwêr Sîrwan Barzanî ragehand ku ji bo azadkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de li benda azadkirina Mûsilê ne.
Fermandeyê Eniya Giwêr Sîrwan Barzanî di bernameyekî K24ê de got: "Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji bo azadkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de di amadebaşiyê de ne, lê niha em li benda azadkirina Mûsilê. Her dema ku ferman were dayîn Hêzên Pêşmerge amade ne, lê belê Artêşa Iraqê biryara azadkirina Mûsilê paş dixe û her dibên îro û sibe."
Barzanî da zanîn ku DAIŞ lawaz bûye û ne wek berê ye û rojane hinek çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.
Bajarokê Giwêr 40 km dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê û di ware îdarî de ser bi qezaya Mexmûrê ye. Ligel hatina DAIŞê bo navçeyê û girtina Mûsilê, çekdarên DAIŞê çendîn car êrîşî Giwêr kirine û çend rojan jî di destê wan de maye, lê piştre di demeke kurt de Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevkariya êrîşên esmanî yên Hêzên Hevpeyman, roja 10.08.2014ê Giwêr hat azadkirin.