Li navçeya Sûrê jiyan di nav pevçûnan de

Derketina kolanan li navçeya Sûrê nehatiye qedexekirin lê car caran pevçûn heye. Esnaf û gelê jî navçeyê ji dengên çek û teqînan bêzar bûne.

Li navçeya Sûrê jiyan di nav pevçûnan de
Li navçeya Sûrê jiyan di nav pevçûnan de

K24 – Diyarbekir

Ji serê vê mehê ve li navçeyên Lîce, Farqîn û Sûra Dîyarbekirê di navbera xwenîşanderên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) û Hêzên Ewlehiya Dewletê de pevçûn didomin. Heta niha 2 polîs û 9 welatî û xwenîşanderan canê xwe ji destan dane. Derketina kolanan li navçeya Sûrê nehatiye qedexekirin lê car caran pevçûn heye. Esnaf û gelê jî navçeyê ji dengên çek û teqînan bêzar bûne.

Li navçeya Sûra Diyarbekirê bi rojan e ku av û elektrîk hatiye qutkirin. Li ser dîwar û deriyên dikanan hê jî şopa fîşek û roketan xûya dike. Lê di nava xendek û astengan de jiyan didome.  

Hevwelatiyekî ku nexwest navê xwe bide gazinan dike û dibêje, şer û pevçûnên dûvdirêj dibe asteng li ser jiyana niştecihên navçeyê: "Pevçûn hene, em ji ber tirsa pevçûnan nikarin derkevin ji derve. Gûleyan bi ser herderî de dibarênin, (behsa hêzên ewlehiyê dike) em û zarokên xwe 24 saetan di hûndir de ne. Dema dibe esir/êvar em ji tirsa dikevin malên xwe. Ku em derbikevin guleyan berdidin me."

Dirabeyên dikanên di nava sûkê de vekirine, hindik be jî kar tê kirin. Lê deriyê bi sedan dikanên di nava kolanan de girtî ne û rewşa aboriya esnafên wir nebaş e.

Silêman Elîş, her sibeh agirê kebap û cigerê pê dixe û debara xwe dike. Lê dibêje, ji ber pevçûnan karê wî ketiye û ew di bin deynan de maye: "Ev 6 meh e ku em nikarin kirêya dikana xwe bidin.  Em nikarin bac û mesrefên sîgorteya xwe bidin, bila şer raweste. Ewil di rojê de hezar kes di vir re derbas dibûn lê niha 10 kes jî derbas nabin. Em perîşan bûn. Her roj.. her roj.. her roj.. mirin.. mirin.. mirin... dawiya mirinan tine ye."

Endamên YDG-Hê jî ku nexwestin dîmenên xwe bidin, ji K24ê re gotin: "Bi biryara agirbesta KCKê em paşve vekişiyabûn lê ji ber ku hêzên ewlehiyê li dijî gelê navçeyê operasyon pêk anîn me jî dîsa dest bi berxwedanê kir."

Ji hêla din ve bi sedan welatiyên li derdora cihê pevçûnan xaniyên xwe bicîh hiştine. Çavên herkesê lê ye ku rewş aram bibe û rojeke berî rojekê vegerin ser jiyana xwe ya normal.