Heyva Sora Qeterî alîkariya penaberan dike

du projeyên ava vexwarinê bo penaberên rojava li Herêma Kurdistanê cîbicîh dike.

Heyva Sora Qeterî alîkariya penaberan dike
Heyva Sora Qeterî alîkariya penaberan dike

K24-Navenda Nûçeyan

Heyva Sor a Qeterî bi hevkariya UNICEFê û bi bihayê 2 milyon û 250 hezar dolar, du projeyên ava vexwarinê bo penaberên rojava li Herêma Kurdistanê cîbicîh dike.

Heyva Sor a Qeterî duh 7ê Mijdarê bi daxwiyaniyekê ragehand ku yekemîn proje dê li Kampa Qûştepe ser bi Parêzgeha Hewlêrê be, ya duyem jî dê li Kampa Aştî ya Silêmaniyê be.

Di daxwiyaniyê de tê gotin ku projeyeka din jî bi bihayê 793 hezar dolar bo veguheztina ava baqij li her du kampên Dareşekiran a Hewlêr û Erbet a Silêmaniyê tê cîbicîh kirin.

Li Kampa Quştepe 6 hezar û 285 penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, ji sedî 40 zarok in û li Kampa Aştî ya Silêmaniyê jî  nêzîka 7 hezar û 319 penaber dijîn.