Îran bi hêz beşdarî gotûbêjên aştiyê dibe

Îranê radigehîne ku dê di Gotûbêjên Veinnayê de beşdar bibe, piştî ku gefa vekşînê ji wê gotûbêjan di hefteya borî de xwaribû.

Îran bi hêz beşdarî gotûbêjên aştiyê dibe
Îran bi hêz beşdarî gotûbêjên aştiyê dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Îranê radigehîne ku dê di Gotûbêjên Veinnayê de beşdar bibe, piştî ku gefa vekşînê ji wê gotûbêjan di hefteya borî de xwaribû.

Li gor Ajansa Tensîmê ya Îranî ku duh 7 Mijdarê li ser zarê şîwirmendê Rêberê bilind yê Îranê Ayetulah Elî Xamnî, Elî Ekber Wîlatetî ragehandiye ku Îran dê beşdarî Gotûbêjên Aştiyê yê Viennayê derbarê Sûriyê de, bibe.

Civîna Vienna-2 bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û 17 welatan 30 Cotmehê, hatibû lidar xistin. Civîn li ser astê wezîrên derve birêve çûbû, beşdarbûya jî li ser 10 xalan lihev kiribûn, lê derbarê çarenivîsa Esed hîn nakokî mane.

Piştî civîna Vienna 2, ku Îranê gelek rexne li rola Erebistana Siudiyê ya “neyînî” kirin û gefa vekişîna ji gotûbêjan xwaribû.

Lê Wîlayetî ragehand ku Îran dê bihêz û çalak beşdarî gotûbêjên aştiyê bibe û dê “xêzên sor” jî bibarêze. Herwiha got jî “Emê netenê di ware bergîriyê de piştevaniya Sûriyê bikin lê di ware siyasî de jî.”

Tê zanên ku Îran ji bo cara yekemîn beşdarî Gotêbêjên Aştiyê Veinna2 yên dederbarê krîza Sûriyê bibû.