Li Şemzînanê 2 zarok di teqînekê de birîndar bûn

Li bakurê Kurdistanê navçeya Şemzînanê 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li Şemzînanê 2 zarok di teqînekê de birîndar bûn
Li Şemzînanê 2 zarok di teqînekê de birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Şemzînanê 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li bajarê Colemêrgê, navçeya Şemzînanê, gundê Dûrê danê nîvro madeyek teqemeniyê destê 2 zarokan de teqiya.

Madeya teqemeniyê li derûdora qereqolê ji aliyê zarokên bi navê Menîsa Firat û Suat Firat ve hat dîtin û piştî leysitina wan bi wê madeyê teqînek çêbû.

Di encamê de dest û piyên Suat Firat jêbûn û Menîsa Firat jî ji laşê xwe bi giranî birîndar bû. Hat ragihandin ko rewşa tenduristiya zarokan xirab e û dê ji bo nexweşxaneya Wanê bên şandin.