Kurdistan24
Nivîskar
Li Babê di êrîşeke rêjîmê de 10 kes tên kuştin
Di êrîşeke firokeyên rêjîma Sûriyê de li bajarokê Babê ya Helebê de 10 kes hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di êrîşeke firokeyên rêjîma Sûriyê de li bajarokê Babê ya Helebê de 10 kes hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 8 Mijdarê ragehandiye ku, di êrîşeke firokeyên rêjîma Sûriyê de li ser bajarokê Babê 10 kes ku di nav wan de zarokek û jinekê hebûn, hatin kuştin.
Ji destpêka sala 2014 de rêxistina radîkal DAIŞê bajarokê Babê ya li rojhilatê Helebê ve kontrol dike, di meha borî de jî firokeyên Rûsyayê pêgeh û depoyên DAIŞê bombebaran kirin.
Rûsyayê ji 30î Îlonê ve dest bi êrîşên xwe yên esmanî li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Sûriyê kiriye, gelek rexne lê tên girtin ku piştgîriya hêzên rêjîmê di şerê li dijî opozîsyonê dike.
Ji aliyekî din ve, herwiha li gor wê rewangehê ku, çekdarên opozîsyonê kolana Nîlê ya bajarê Helebê bi rokêtan armanc kirin di encamê de jî 3 welatî hatin kuştin.
Bajarê Helebê ji havîna 2012 de di navbera rêjîm û opozîsyonê de parvekiriye, her car jî çekdarên opozîsyonê taxên di bin kontrola rêjîmê de bi rokêtan armanc dikin.