Siyasî
Kurdistan24
Kurdistan24
Nivîskar
Li Stenbolê li dijî polîsan êrîşek hate kirin
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li dijî polîsên li dewriyeyê digeriyan, êrîşeke çekdarî pêk hat.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li dijî polîsên li dewriyeyê digeriyan, êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê Êrîşek demjimêr 01.00'ê destpêka îro 8 Mijdarê pêk hat û di encamê de 2 polîs di lingên xwe de birîndar bûn.
Tê gotin êrîş ji otomobîlekê hatiye kirin û 5 kes di nava wê otombîlê de bûn.
Piştî bûyerê gelek polîs hatin cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn hatin
destpê kirin.
Êrîş li dijî wesayîteke sîvîl û wesayîtên polîsan pêk hatin.