Kurdistan24
Nivîskar
"Hikûmeta Tirkiyeyê bi zanebûn destûrê binpê dike"
Hiqûqnasan li Diyarbekirê konferansek lidar xistin û ragihandin ku dewleta Tirkiyê bi wan qedexeyan destûra bingehîn ya Tirkiyeyê binpê dike
K24 - Diyarbekir
Piştî ku li Bakurê Kurdistanê aloziyan dest pê kir, li gelek bajar û navçeyan, ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve bi rojan derketina kolanan û heremên leşkerî yên qedexe tên îlan kirin. Hiqûqnasan li Diyarbekirê konferansek lidar xistin û ragihandin ku dewleta Tirkiyê bi wan qedexeyan destûra bingehîn ya Tirkiyeyê binpê dike.
Hiqûqnasan li Diyarbekirê konferansek li ser, di rewşên aloz de îlan kirina qedexeyan, ku jiyana welatiyên li Bakurê Kurdistanê dorpêç dike û bizava jiyana wan dide rawestandin lidar xistin. Hiqûqnasan bal kişandin ser wê yekê ku mafê berpirsên dewletê nîne rewşên awarte îlan bikin û şêwaza wan qedexayan jî li dijî destûra Tirkiyeyê û navdewletî ye jî.
Dadwerê Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê Orhan Gazî Ertekîn ragihand ku li Tirkiyeyê destûr êdî bûye pêlistoka siyasetê, erk di destê kê de be li gor xwe destûran îlan dike û got ku krîza li Tirkiyeyê heye ji ber çareser nebûna pirsa Kurd e: "Li Tirkiyeyê krîza neteweperestiya Tirk heye, ji ber ku destûrên heyî nikarin bersiva pirsgirêkên li Tirkiyeyê bidin û pirrengiya Tirkiyeyê razî bikin, wate krîza nijadperestiya Tirk heye. Ger ku Tirkiye Kurdan wek aliyekî bipejirîne û bi wê hişmendiyê li çareseriyê bigere dikare vê krîzê çareser bike lê eger berevajî bike em dê di serdemên xeter re derbas bibin."
Gelek hiqûqnas û xwendekarên hiqûqnasî jî beşdarî konferansê bûn. Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikûlû ku hiqûqnasekî navdar e jî got, hikûmeta Tirkiyeyê bi zanebûn destûrê binpê dike. "Bi îlankirina wan qedexeyan, parêzgar û qeymeqam li dijî Destûra Bîngehîn ya Tirkiyeyê tevdigerin û tawanbar in. Tu mafekî wan nîne, di destûra contayê de jî divê lijneya Ewlehiya Neteweyî biryara rewşên awarte û aramiyê bide."
Hiqûqnasan bal kişandin ser wê yekê ku eger li ciyekî tundûtujî hebe û dewlet jî bi tundî tevbigere şirîkê wê tundûtujiyê ye. Divê dewlet maf û azadiyên jiyana civakî, asteng neke lê berevajî garantî bike.