Tirkiye pergala serokatiyê nîqaş dike

Ligel nêzîkbûna vekirina parlamentoyê mijara pergala serokatiyê bû yekem rojeva Tirkiyeyê

Tirkiye pergala serokatiyê nîqaş dike
Tirkiye pergala serokatiyê nîqaş dike

K24 – Enqere

Ligel nêzîkbûna vekirina parlamentoyê mijara pergala serokatiyê bû yekem rojeva Tirkiyeyê. Partiyên siyasî li ser mijarê daxwiyaniyan didin ka gelo di çarçoveya destûra Tirkiyê de cihê sîstema serokatiyê çi ye?

Nîqaşa derbarê serokatiyê de piştî hilbijartinan xurt bû, rayedarên AK Partiyê dibêjin ku di parlamentoya nû de yekem daxwaza wan ew babet e. Piştî wê geşedanê partiyên opozisyonê jî nêrînên xwe anîn ziman. CHPê diyar kir ku ew derbarê pergala serokatiyê de neyînî difikrin

Di nav HDPê de Dengir Mir Mehmet Fırat û Celal Doğan piştgiriya xwe ji bo pergala serokatiyê anîn ziman, her dû parlamenteran destnîşan kirin ku eger serokatiyek wekî Modela Emerîkayê bê axaftin HDP dikare piştgiriyê bide,

Lê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş daxuyaniyên parlamenteran wek şexsî nirxand û li ser babetê helwesta HDPê wiha rave kir: “Hindek hevalên me nêrînên xwe parve kirin lê belê ew helwesta HDPê diyar nake, pergala tê axaftin ne serokatî ye, ew pergala dîktatoriyê ye, desthilata yek mirovekî ye.”

Guhertina pergalê di çarçoveya destûrê de çi ye? Huquqnas Abdullah Koç dibêje destûra heyî rê nade guhertineke wiha lê egera wê heye: “Tirkiyê serokkomarê xwe hilbijart, parlamento jî welatî hildibijêrin û di encama wê rewşê de jî nakokiyek di navbera erkan de derket û ev nîqaşe derket holê, bi destûra heyî serokatî ne mûmkin e. Lê  eger maddeya destûrê ya 4. bê guhertin, asteng radibe.”

Maddeya destûra Tirkiyeyê ya 4. diyar dike ku her sê maddeyên yekem nayên guhertin heta pêşniyaza guhertina wan jî nayê kirin û ew maddeyên ku qedexeya guhertinê li ser hatine dayîn jî pergala rêvebirina Tirkiyeyê wek pergala parlamenteri nîşan didin.