Evîn Şikakî
Reporter
Jinek bû balyoza Îranê ya Malezya
Li Komara Îslamî ya Îranê heta niha jin nikarin bibin berbijêrê postê serokkomariyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Komara Îslamî ya Îranê yekemîn balyoza xwe ya jin ji dema Şoreşa Îslamî ve di sala 1979an de, li welatê Malezya destnîşan kir.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihmed Cewad Zerîf duh, 8ê Mijdarê ragehand ku Merziya Efxem ku berî niha Berdevka Wezareta Derve ya Îranê bû weke balyoza welatê xwe li Malezya destnîşan kirine.
Zerîf di merasîma destnîşankirina Efxemî de ku li Tehranê birêve çû, got: "Destnîşankirina Efxemî wek balyoz pêwîstî bi çen xulekan heye lê dîtina berdevkekê bo şûna wê çar heyv jê re divên."
Herwiha Cabir Ensarî jî yekemîn jin hat destnîşankirin wek berdevka hikûmeta Îranê. Ji aliyê xwe Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî daxwaza destnîşankirina jinan di postên girîng de kir.
Li Komara Îslamî ya Îranê heta niha jin nikarin bibin berbijêrê postê serokkomariyê.