Kurdistan24
Nivîskar
Karesata Êzdî û Mesîhiyan diçe Kongresa Amerîkayê
Şanda Kongresa Amerîkayê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re got ku ew li ser wê yekê kar dikin daku civaka navdewletî û bi taybet jî Amerîka zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bike.
K24 - Hewlêr
Şanda Kongresa Amerîkayê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re got ku ew li ser wê yekê kar dikin daku civaka navdewletî û bi taybet jî Amerîka zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bike.
Li gor daxuyaiya malpera fermî ya serokwezîrtiyê doh şandeke Kongresa Amerîkayê bi serokatiya Senator Dana Rohirbîçer û Stev King serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de şanda Kongresa Amerîkayê spasiya xelk, Hêzên Pêşmerge û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, rûbirûyê terorîstan dibin û serkeftinên mezin li beramber DAÎŞê bi dest xistine. Şandê diyar kir ku ligel birîna budceya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo Kurdistanê, lê hikûmeta Kurdistanê bi awayekî baş pêşwazî li wan koçber û penaberan kiriye, ew hewandine û alîkariya pêwîst daye wan.
Şandeya Kongresa Amerîkayê got ku ew dê kar bikin daku civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka zêdetir alîkariyên leşkerî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bikin û ew alîkarî berdewam bin. Herwiha eşkere kir ku wan reşnivîseke qanûnekê pêşkeşî Kongresa Amerîkayê kiriye da ew karesata mezina bi ser Êzdî û Mesîhiyan de hatiye wek jenosîd were naskirin.
Nêçîrvan Barzanî jî spasiya helwestê şanda mêvan û welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê alîkarî pêşkeşî Kurdistanê kirine.
Barzanî diyar kir ku, ji bo nehiştina metirsiya terorîstan, pêwîstiya Pêşmergeyên Kurdistanê bi perwerde û çekên pêşketî heye û daxwaz kir ku zêdetir alîkariya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bê kirin.