Şanda ENKSê ligel balyozê Rûsyayê civiya

Di civînê de rewşa deverê bi giştî û mafê gelê Kurd li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Şanda ENKSê ligel balyozê Rûsyayê civiya
Şanda ENKSê ligel balyozê Rûsyayê civiya

K24-Hewlêr

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel balyozê Rûsyayê li Hewlêrê civiya. Di civînê de rewşa deverê bi giştî û mafê gelê Kurd li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Duh, 8ê Mijdarê şandeke ENKSê li Hewlêrê ligel balyozê Rûsyayê civiya. Derbarê civînê de Endamê Sekreteriya Giştî yê ENKSê Feysel Yusif diyar kir ku rewşa deverê bi giştî û ya Sûriyê bi taybetî, herwiha mafê gelê Kurd di proseya piştî kirîza Sûriyê de mijarên herî girîng ên civînê bûn.

Şanda ENKSê li ser  opersyonên Rûsyayê yên li Sûriyê jî ragehand ku, ew ligel her hevpeymaniyekê li dijî “terorê” ne lê di heman demê de dijî êrîşên ser opozîsyona lîberal in jî bo piştgiriya rejîma Sûriyê.

3ê Mijdarê Rêveberiya Deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê, rê nedabû şanda ENKSê ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, serokê wê Îbrahîm Biro jî gotibû ku biryara nehiştina derbasbûna wan “siyasî” ye.

Îbrahîm Biro diyar kiribû ku armanca serdana wan a bo Herêma Kurdistanê danûstandin û gotûbêjkirina krîza Sûriyê bû ligel aliyên navdewletî.