Serokatiya Rûsyayê derbarê Kurdan de bêdengiya xwe dişkîne

Endamekî Encûmena Serokatiya Rûsyayê li ser Kurdan rexne li civaka navdewletî girtin û got: "Di astê pirsa Kurd de xemsarî hatiye kirin."

Serokatiya Rûsyayê derbarê Kurdan de bêdengiya xwe dişkîne
Serokatiya Rûsyayê derbarê Kurdan de bêdengiya xwe dişkîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Encûmena Serokatiya Rûsyayê li ser Kurdan rexne li civaka navdewletî girtin û got: "Di astê pirsa Kurd de xemsarî hatiye kirin."

Derbarê pirsa Kurd de Endamê Encûmena Serokatiya Rûsyayê bo Karûbarê Mafê Mirov û Rêxistinên Civaka Sivîl Aleksander Brod ji K24ê re axîfî û rexne li civaka navdewletî girtin.

Brod da zanîn ku derbarê pirsa Kurd de xemsarî hatiye kirin û wiha axifî: "Hinek mijar hene, civaka navdewletê girîngiyê pê nade, ligel ku evna pirsgirêk in û hene. Mînak pirsa Kurd û komkujiya Rûsan li welatên Baltik û hinek pirsên din ku bi kêmnetewan ve girêdayî ne. Me di dokumenterên xwe de gelek caran behsa pirsa Kurd kiriye, me preskonferans dane ligel rêxistin û pisporên mafê mirov."

Aleksander Brod wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Ez dixwazim niha bi rêya kenala we rabighînim ku em amade ne ligel rêxistinên navdewletî daxwazên welatiyên normal jî derheqa komkujî, koça bi zorê û binpêkirina mafên mirov de bişopînin."

Piştî ku rasteras Rûsya tevlî krîzên li Rojhilata Navîn bû, dixwaze bi tevahî desthilata biryardanê li navçeyê ferz bike û milmilaneyê ligel Amerîkayê bike. Ji bo vê mebestê jî bê çawa xwe wek parêzerê Sûriye û Îranê dibîne, dixwaze bi heman awayî nêzîkê Kurdan jî bibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez dike ku ew peywendiya wan ligel ti milmilaneyekê nine û spasiya her aliyekî dikin ku hevkariya rewşa Kurdistanê dikin.