Kurdistan24
Nivîskar
Li Bakurê Kurdistanê şer berdewam e
Li Bakurê Kurdistanê şer germ dibe û li navçeya Nisêbînê şer di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz (YDG-H) û polîsên Tirk de derket û di encam de 3 polîs birîndar bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê şer germ dibe û li navçeya Nisêbînê şer di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz (YDG-H) û polîsên Tirk de derket û di encam de 3 polîs birîndar bûn.
Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê duh danê êvarê komeke endamên YDG-Hê kolana Lozanê ji vegûhestinê re girtin û dest danîn ser mifteya gerîdeyan.
Piştî vê yekê polîsan destêwerdana xwenîşandanan kir û di nav bera wan de şer derket. Endamên YDG-Hê bi çekan êrîşî otomobîla zirxpoş a polîsan kirin û 3 polîs û zarokek birîndar bûn.
Li navçeya Cizîrê jî roketek li Nexweşxaneya Dewletê ket. Îro danê sibê saet 08:00 li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê Endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz YDH-Hê bi roketan erîşê panzera polîsan kirin.
Roket şûna ku li panzerê bikeve li Beşa Dîyalîzê ya Nexweşxaneya Dewletê û morga wê ket. Di encam de ti mirî an jî birîndarî çênebûn lê nexweşxane xisareke mezin dît.
Nebûna xelkê a li nexweşxaneyê rê li karesateke mezin girt. Hat ragihandin ku ji bo girtina endamên YDG-Hê operasyonê despêkiriye û pevçûnên dijwar çêdibin.