Hêjmara kuştinên kiryar nediyar zêde dibe

Dozên ku derbarê kiryaran de hatine vekirin û wê demê peywirdarên dewletê bûne jî bi awayekî tên veguhestin û betal kirin.

Hêjmara kuştinên kiryar nediyar zêde dibe
Hêjmara kuştinên kiryar nediyar zêde dibe

K24 – Diyarbekir

Li Bakûrê Kurdistanê, di salên 1990-an de zêdeyî 17 hezar û 500 kes siyasetmedar û rewşenbîr di nav de welatiyên Kurd, hatin winda kirin. Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayiyan jî ji sala 1995-an û vir ve ji bo ku kiryarên wan kesan bên dîtin û ceza kirin çalakiyan lidardixin. Lê heta niha jî hêjmara wan kesan zêde bûye lê tu berpirs û kiryarek nehatine cezakirin. Dozên ku derbarê kiryaran de hatine vekirin û wê demê peywirdarên dewletê bûne jî bi awayekî tên veguhestin û betal kirin.

Li Cizîrê bi hênceta winda kirin û kuştina 21 welatiyan li Mîralayê Dewleta Tirk Cemal Temizoz û Serokşaredarê Cizîrê Kamîl Atag yên serdemên 1993 û 1995-an doz hatibû vekirin. Lê destpêkê ew doz bi egera ewlehiyê bo bajarekî din yê Tirkiyeyê hatibû veguhestin û 2 roj berê jî dadwer biryara beraatê bo herdû bersûcan da.

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Emîn Ertaş ragihand ku, ev 20 – 25 sal e dayîk û malbat ji bo encameke dadperwer çalakî û hewldanan didin. lê, dewlet li ciyê ku kiryaran derbixe holê û ceza bike, komkujî û kuştinên nû lê zêde kiriye.

Di vê derbarê de Rêveberê İHD yê Şaxa Diyarbekirê Emîn Ertaş ji K24ê re got: "21 kes qetil kiribûn, belkî zêdetir jî komkujî kiribûn. Lê dozgeriyên Tirkan bi sala ye, qaşo, bi muebetê, bi cezayên giran ew dadgeh dikirin, wiha digot. Lê îro hemû berdan."

Mistefa Baranê bavê Şîrin Baran ku di 18 saliya xwe de hatiye winda kirin jî, ragihand ku lawê wî çûye gund mala birayê wî, lê leşkeran avêtine ser malê û tevî 2 kesên din ew desteser kirine û piştî roja 5-emin ya desteser irinê heta niha ji wan tu agahî wernegirtine: "Eger ku ez Ermenî bim, Êzdî bim,  Xirîstiyan bim an jî Suryanî bim, yanî çi dibim bila bibim, ez mirov im û li vî welatî dijîm. Ew jî garantiya min, ewlehiya min, dewlet e, hikûmeta min e. Sivîl ji aliye dewletê ve tên parastin."

Yekem car Wedat Aydin ku di sala 1990-an de Serok Şaredarê Diyarbekirê bû, bi awayê kujer nadiyar hatibû kuştin û pişt re jî hêjmara kesên wiha heta îro jî lê zêde dibe. Ji aliyê din de jî parêzvanên mafên mirovan dibêjin ew dê têkoşîna xwe bidomînin.