Evîn Şikakî
Reporter
Rûsyayê 11 hezar welatiyên xwe ji Misrê vegerandin
Rûsya 44 firoke bi mebesta vegerandina welatiyên xwe yên geştyar şandibûn Misrê.
K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Rûsya ragehand ku di hundirê 24 saetên borî de 11 hezar welatiyên xwe yên geştyar ji Misrê vegerandine.
Piştî rawestandina geştên xwe yên esmanî bo Misrê ji ber ketina firokeya xwe ya bazirganî di 31ê Cotmehê de ku tê de 224 kesan canê xwe ji dest dabûn, Rûsya 44 firoke bi mebesta vegerandina welatiyên xwe yên geştyar şandibûn Misrê.
Di daxuyaniyekê de Cigirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkady Dvorkovich duh, 8ê Mjdarê ji rojnameya Şerq el-Ewset re got ku wan di hundirê 24 saetên borî de 11 hezar welatiyên xwe vegerandine Rûsyayê.
Ji aliyekî din ve endamekî grûpa lêpirsînê ya ketina firokeya Rûsî ji Reutersê re tekez kir ku ji sedî 90ê sedema ketina firokeyê teqîna bombeyekê bû.