Siddik Eren
reporter
Lêkolînerê Kurd behsa Kembera Erebî dike
Di konferansê de li ser dîroka parçekirin û parvekirina Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bîrêvebirina projeyên Kembera Erebî gotar hatin pêşkêş kirin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî, ligel Nivîskar û Lêkolîner ê ji Rojavayê Kurdistanê Evdilsemed Dawid li ser kembera Erebkirina aliyê Rojavayê Kurdistanê konferansek saz kir. Di konferansê de li ser dîroka parçekirin û parvekirina Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bîrêvebirina projeyên Kembera Erebî gotar hatin pêşkêş kirin.
Evdilsemed Dawid di Konferansê de, ragihand ku rejîma Baasê ji salên 1962-an û vir ve ji 2 milyon donimî zêdetir axa Kurdistanê bo Erebên ku ji bajarên din ên Sûriyeyê anîne pêşkêş kiriye û xwestiye beşa Rojavayê Kurdistanê bi erebkirinê ji Kurdistanê qut bike.
Nivîskarê Kurd, di siyaseta hemdemî de jî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rexne kir ku, niha li Rojavayê Kurdistanê serdest e û got, PYD li Rojavayê Kurdistanê daxwazên Kurdistanî nake û nahêle ew xwestek werin bidestxistin jî: "Em gelekî pê diêşin ku, pirsgirêkên li Sûriyeyê demek zûtir nayên çareser kirin. Ez dibinîm ku ger welatên mezin çareseriyekê nebînin, çareserî pêk nayê."
Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hiqûqnasên Kurd jî beşdarî Konferansê bûn. Yek ji wan beşdaran Evdilrehman Başaran jî behsa girîngiya konferansê kir û got ku, li Rojavayê Kurdistanê PYD siyaseteke rast dimeşîne û rexeneyên rêxistinên din ne di cîh de ne: "Kî xebatê dike, fedekarî dike û zindanan kî dide ber çavên xwe, kuştinê kî dide ber çavên xwe; ew rast e. Heta sibe partiyên Kurdên Suriyeyê derkevin ser televizyonan û PYDê rexne bikin ciyê xwe nagire."
Di konferansê de keça Evdilsemed Davûd jî helbesteke Şaîrê Kurd Cegerxwîn xwend û konferans bi pirs û bersivan bi dawî bû.