Kurdistan24
Nivîskar
Di doza Mûsa Anter de dîsan encam derneket
Di darizandina kujerên Mûsa Anter de doza 5mîn li dadgeha Enqereyê hat dîtin û ji ber kêmbûna delîlan dadgeh bo 21ê Berfanbarê hat paşxistin.
K24 – Enqere
Di darizandina kujerên Mûsa Anter de doza 5mîn li dadgeha Enqereyê hat dîtin û ji ber kêmbûna delîlan dadgeh bo 21ê Berfanbarê hat paşxistin.
Rewşenbirê Kurd Mûsa Enter di sala 1992an de ji aliyê çeteyeke Jitemê ve hat qetil kirin. Qetla Enter, wek “kuştinên kiryar nediyar” derbasbû belgeyên fermî bû.
21 sal piştî mirina Musa Anter, di sala 2013an de ji aliyê malbata wî ve dozek hat vekirin. Dozê li Diyarbekirê dest pê kir û di sala 2014an de ji ber bergiriyên ewlekariyê bo Enqereyê hat veguhestin.
Di dadgeha 5em de dîsa encamek derneket û dadgeh hat paş xistin. Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu pirsî ka gelo çima ev doze li Enqereyê tê dîtin?: “AKPê ti hewl neda ku kuştinên kiryar nediyar zelal bibin. Torosên spî ji nû ve xistin dewrê, di heyama AKPê de JİTEM bû JÖTEM.”
Parlamentera HDPê Meral Danış Beştaş jî torosên spî bibîr anîn û idîa kir ku kuştinên di salên 1990an de biqest nayên zelal kirin: “Di kampanyayên hilbijartinan de torosên spî bikar anîn lê bi xilaskirina kiryaran nîşan didin ku tu ferqa wan digel torosên spî nîne. Eger hûn dixwazin Tirkiyeyê demokratiktir bikin hûn neçar in wan dozane zelal bikin”
Kurê Hamit Yildirimê bersûc Muzaffer Yildirim jî nerazîbûn nîşanî parlamenteran da û got: “Bavê min 3 sal û nîv bêsûc tê darizandin, em mexdur in, bavê min ji aliyê PKKê ve wek hedef hat nîşan dan. Ez bangî birêz serokkomar dikim ku em tu caran nebûn PKKyî tu pêwendiya me ligel JİTEMê jî tune ye.”
Di salên 1990’an de di Erdnigariya Bakûrê Kurdistan de nêzîkê 18 hezar kes bûn qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar, herî dawî doza bi navê “Cizîr Jîtem” di hefteya borî de bi awayekî beraata bersûcan bidawî bibû.