Li Dîlokê 12 gumanbarên DAIŞê hatin girtin

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê 12 gûmanbarên DAÎŞê hatin binçavkirin.

Li Dîlokê 12 gumanbarên DAIŞê hatin girtin
Li Dîlokê 12 gumanbarên DAIŞê hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê 12 gûmanbarên DAÎŞê hatin binçavkirin.

Li gor ragihandina parêzgeha Dîlokê li ser riya navçeya Nîzîp û Karkamişê dema ku tîmên cendirmeyan digeriyan 12 kes dîtin ku bi minîbusekê dixwestin biçin Suriyeyê û tevlî çekdarên DAÎŞê bibin.

Ji 12 kesan 8ê wan hemwelatiyên Tirkiyeyê û 4ê wan jî Iraqê ne. Piştî lêpirsîna dozgeriya Nîzîpê û dadgehkirinê şofêrê minîbûsê hate girtin. Hat ragihandin ko 4 kesên din jî dê ji sînorên Tirkiyeyê bên dûrxistin.

Di van demên dawî de li gelek bajar û bajarokên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonên cuda de bi dehan kes hatine girtin ku tê gotin endamê rêxistina DAIŞê ne.

Li aliyê din jî partiyên opozîsyonê hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dikin ku di sere dijî DAIŞê de ne aktîf e. Hikûmet jî berevajiya wan tekez dike ku li navxwe û derveyê Tirkiyê jî ew dê operasyonên dijî DAIŞê berdewam bikin.