Operasyonên Fransayê li Sûriyê berdewam in

êrîş di dema veguhestina petrolê de bûye ku dixwestin bifroşin.

Operasyonên Fransayê li Sûriyê berdewam in
Operasyonên Fransayê li Sûriyê berdewam in

K24-Navenda Nûçeyan

Di sêyemîn operasyonên xwe de yên dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê Fransayê pêgeheke petrolê li parêzgeha Dêrazorê kir armanc.

Derbarê operasyonan de Wezîrê Bervaniya Firansayê Jean Yves Odrian duh, 9ê Mijdarê ragihand ku firokeyên wan pêgeheke petrolê li derdora bajarê Dêrazorê bombebaran kirine û da zanîn ku ew êrîş di dema veguhestina petrolê de bûye ku dixwestin bifroşin.

Odrian eşkere kir ku firokeyên wan ew operasyon li gor zanyariyên gehiştine destê wan pêkanîne û got ku ew dê opersyonên xwe yên li dijî DAIŞê zêdetir bikin.

Berî niha jî di Îlona borî de firokeyên Fransayê du operasyon li navendeka perwerdeya çekdarên Fransî di nav rêzên DAIŞê de li Reqayê encam dabûn.