Kurdistan24
Nivîskar
Pêşmerge ji bo azadkirina Şingalê li benda fermanê ne
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û Hêzên Hevpeyman, ji gerîlayên PKKê xwestine ku ji navçeyê dûrbikevin û naxwazin tevî proseya azadkirina Şingalê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Azadkirina Şingalê nêzîk bûye û hejmareke zêde ya daniştvanên navenda qezayê çûne çiyayê Şingalê. Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û Hêzên Hevpeyman jî, ji gerîlayên PKKê xwestine ku ji navçeyê dûrbikevin.
Li gor agahiyên rojnameya Basê, nexşeyeke din a nû ji bo azadkirina qezaya Şingalê tê danîn û li gor wê nexşeyê, tenê hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên hevpeyman beşdarî vê proseyê dibin.
Çavkaniyeke agahdar eşkere kir ku girtina Şingalê nêzîk bûye û got: "Wezareta Pêşmerge ne ligel wê yekê ye ku hêzên YPG û YPJê yên ser bi PYD û PKKê beşdarî girtin û azadkirina qezayê bibin û bibin beşek ji wê plane. Ji ber Hêzên Hevpeyman wan wek hêzeke rêkxistî nabînin û li wê navçeyê tu hevahengiyek di navbera wan de nine."
Heman çavkaniyê da zanîn ku hejmareke zêde ya daniştvanên qezayê ji ber nêzîkbûna azadkirina Şingalê, çûne çiyayê Şingalê û deqe bi deqe li benda azadiyê ne.
Di vê derbarê de Fermandeyê Hêza Êzdîxan li Devera Şingalê Qasim Şeşo ji Basê re got: "Girtin û azadkirina Şingalê nêzîk e û eger ne ji hêzên ser bi PKKê bûna, demek bû Şingal hatibû azadkirin. Plan û bernameyê vê care yê Şingalê bi tu awayekî nayê behskirin, hemû amadekariyek hatiye kirin û em li benda fermanê ne."