400 hezar zarokên penaber nikarin bixwînin

li Tirkiyê zêdeyî 700 hezar zarokên penaber hene, ji wan tenê 200 hezar zarok dikarin bixwînin

400 hezar zarokên penaber nikarin bixwînin
400 hezar zarokên penaber nikarin bixwînin

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) ragehand ku li Tirkiyê zêdeyî 400 hezar zarokên Sûriyê yên penaber ji mafê xwendinê bê par in.

Di raporekê de Rêxistina Mafê Mirovan (Human Rights Watch- HRW) ku duh 9ê Mijdarê li ser malpera xwe belav kirye, tê gotin ku li Tirkiyê zêdeyî 700 hezar zarokên penaber hene,  ji wan tenê 200 hezar zarok dikarin bixwînin û vêna jî bi cudahiya ziman û pirsgirêkên aborî ve girêdide.

Herwiha di raporê de rêxistina navbirî daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û Civaka Navdewletî kir ku mafê xwendinê bo penaberên Sûriyê garantî bike û hejmara dibistanên bi zimanê Erebî jî zêdetir bike.

Li gor amarên rêxistina (AVAD) ya bihewarveçûnê,  Li Tirkiyê 25 kampên penaberên Sûriyê hene,  lê tenê ji sedî 15ê penaberan di nav kampan de dijîn, yên din jî li bajarên cuda yên Tirkiyê dijîn.