Kurdistan24
Nivîskar
Ji sedî 25ê daniştvanên Herêma Kurdistanê penaber in
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragehand ku hejmara koçber û penaberan li Iraqê 3 milyon kes derbas kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragehand ku hejmara koçber û penaberan li Iraqê 3 milyon kes derbas kiriye.
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed diyar kirk u hejmara penaber û koçberan li Iraqê 3 milyon û 300 hezar kes derbas kiriye û piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê bicîh bûne ku ji sedî 25ê daniştvanên wê li xwe digire.
Doh 9ê Mijdarê di Konferansa Geşepêdan û Piştgirîkirina Şiyanan di Rûbirûbûna Krîzan de ku li Urdinê birêve diçe, Derbaz Mihemed got: "Penaber ji sedî 10ê daniştvanên Iraqê û ji sedî 25ê daniştvanên Herêma Kurdistanê pêk tên. Loma ji ber rewşa xirab ya aborî, daketina behayê petrolê û kêmbûna butçeya giştî ya Iraqê, em nikarin wek pêwist hemû daxwazên penaberan cîbicîh bikin."
Derbaz Mihemed herwiha daxwaz ji rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo pêdiviyên penaberan hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Piştî têkçûna rewşa Sûriyê, hejmareke zêde ya penaberan ji Sûriyê hatin Herêma Kurdistanê û hinek jî çûn Iraqê, dema DAIŞ jî peyda bû hejmareke zêde ya koçberên navxwe yên Iraqê ji başûr û naverasta Iraqê berê xwe dan Kurdistanê.