Hefteya bê şanda Hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevdîtinekê de ligel Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Dr. Berhem Salih, got ku hefteya dahatû şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û dê behsa hemû tiştekî bikin.

Hefteya bê şanda Hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê
Hefteya bê şanda Hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevdîtinekê de ligel Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih, got ku hefteya dahatû şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û dê behsa hemû tiştekî bikin.

Doh li Bexdayê Dr. Berhem Salih ligel Heyder Ebadî civiya û di civînê de bi hurî li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê rawestiyan. Li gor agahiyên K24ê, civînê zêdeyî saetekê berdewam kiriye û Berhem Salih ji Ebadî re gotiye: "Divê her du alî dest bi destpêkeke nû bikin, bqutkirina butşeya Herêma Kurdistanê qutê xelê ye û çênabe careke din Bexda butçeya Pêşmergeyan neşîne, çênabe ew tiştên ku bi jiyana xelkê ve girêdayî ne tevlî milmilaneya siyasî bên kirin, Pêşmerge hêzeke girîng e û di rûbirûbûna DAIŞê de rolekî bi bandor dibînin."

Berhem Salih herwiha tekez kiriye ku divê di civînê de her du alî bi awayekî vekirî behsa hemû pirsan bikin û çênabe di vê rewşa niha de pirsgirêk neyên çareser kirin û her zêde bibin.

Li beramber van axaftinan Ebadî jî gotiye: "Hefteya bê şanda Hewlêrê serdana Bexdayê dike û em dê bi hurî qala hemû meseleyan bikin, em ê hewl bidin jihevfamkirinek hebe û bigihin rêkeftineke girîng."

Dr. Berhem doh bo armanca beşdarbûna taziya Serokê Kongreya Niştimanî ya Iraqê serdana Bexdayê kir û ligel hejmarek siyasetmedarên Iraqê civiya.