"Jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi hêzeke bejayî heye"

Îdareya Amerîkayê ragehand ku oprasyonên Hevpeymaniya Navdewletî rêxistina DAIŞê lawaz dikin lê ji bo jinanavbirina wê pêdivî bi hêzeke bejayî heye.

"Jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi hêzeke bejayî heye"
"Jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi hêzeke bejayî heye"

K24 - Navenda Nûçeyan

Îdareya Amerîkayê ragehand ku oprasyonên Hevpeymaniya Navdewletî rêxistina DAIŞê lawaz dikin lê ji bo jinanavbirina wê pêdivî bi hêzeke bejayî heye.

Sekretera Hêzên Esmanî ya Amerîkayê  Deborah Lee James, li Pêşangeha Dubey a Firînê ku îro, 10ê Mijdarê birêve çû, got: "Me bi bi awayekî hevbeş karî rêxistina DAIŞê lawaz bikin ku neçar bibe paş de vekişe." James da zanîn ku ji bo jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi hêzeke bejayî ya cor bi core heye.

Di Tebaxa 2014an de Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dest bi operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li Iraq kirin. Di Îlona 2014an de jî, Hevpeymaniya Navdewletî opersyonên xwe berfireh  kirin, ku Sûriye jî li xwe girt.

Ji bo rûbirûbûna DAIŞê niha li Iraqê 3 hezar û 500 leşkerên Amerîkî hene daku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û leşkerên Iraqê perwerde bikin.