Di navbera Kurdistan û Îranê de boriya petrol û xazê tê danîn

Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê lgel Îranê Ebdulla Akreyî, ragehand ku du boriyên xazê ji Îranê bo Kurdistanê û boriyeke petrolê ji Kurdistanê bo Îranê tên danîn.

Di navbera Kurdistan û Îranê de boriya petrol û xazê tê danîn
Di navbera Kurdistan û Îranê de boriya petrol û xazê tê danîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê lgel Îranê Ebdulla Akreyî, ragehand ku du boriyên xazê ji Îranê bo Kurdistanê û boriyeke petrolê ji Kurdistanê bo Îranê tên danîn.

Di vê derbarê de Ebdulla Akreyî agahî dan rojnameya Basê û got: "Berê em ligel hikûmeta Îranê axifî bûn, daku ew ji du cihan xazê bidin Silêmanî, Germiyan û Hewlêrê, li beramber vêna Herêma Kurdistanê jî petrolê bide Îranê, wê demê ew razî bûn û gelek civîn jî hatin kirin, herwiha navçeyên rakişandina boriyan jî li ser sînor hatin destnîşankirin."

Di Nîsana sala borî de, berpirsê Komîteya Pêşxistina Bazirganiya navbera Îran û Iraqê û wezîrê berê yê petrolê ligel Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî civiya û di civînê de pirsa rakişandina du boriyên xazê di navbera herdu aliyan de gotûbêj kiribûn.

Akreyî da zanîn ku demek bû ew mijar ji rojevê derketibû û wiha axifî: "Lê di serdana dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de bo Îranê, meseleya danîna boriyên xazê di navbera Kurdistan û Îranê de hatibû behskirin. Serokwezîr ragehand ku Herêma Kurdistanê amade ye petrolê bide rafîneriyên Kirmanşan û Urmiyê."

Akreyî tekez kir ku li beramber petrolê Îran jî du karan bo Herêma Kurdistanê dike û wiha pêde çû: "Yek ji wan gehandina petrol Kurdistanê ye bo Kendavê bi rêya Îranê, duyem jî anîna du boriyên xazê ye ji Îranê bo Herêma Kurdistanê."

Li gor Akreyî, di van nêzîkan de şandeke Îranê bi armanca biryardana li ser vê mijarê serdana Herêma Kurdistanê dike û got: "Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vî karî razî ne, ji ber dixwazin rêyên şandina petrolê zêdetir bikin û ne tenê yek rê be, berpirsên Îranê jî razî ne."