Kurdistan24
Nivîskar
“Di nava 11 mehan de 700 çekdar li Şingalê hatine kuştin”
Pêşmerge li hêviya fermana azadkirina Şingalê ne
K24- Şingal
Fermandarekî Pêşmerge ragehand ku, di heyama 11 mehan de “bêhtir ji 700” çekdarên DAIŞê li nava Şingalê hatine kuştin.
Izzedîn Seydo, ku yek ji fermandarên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê ye, îro, 10ê Mijdarê, ji K24 re got ku, di 11 mehên borî de li nava rêzên Hêzên Pêşmerge “40 şehîd û 400 birîndar bûne.”
Li gor ku Seydo diyar kiriye, di 11 mehên borî de “bêhtir ji 700 çekdar hatine kuştin, bi sedan birîndar bûne û cebilxaneyên wan ên li nava Şingalê hatine jinavbirin.”
Ji 3yê Tebaxa 2014an ve Şingal ketiye dest çekdarên radîkal ên DAIŞê, niha jî hewldanên azadkirina wê di rojevê de ne.
Çavkaniyeke taybet ji K24 re eşkere kir ku, plana azadkirina Şingalê amade ye û ew ji bo dest pê kirina êrîşê “li hêviya fermanê ne.”