Almanya ji danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê “reşbîn e”

Gera sêyem a danûstaninên Viennayê roja Şemiyê dest pê dike

Almanya ji danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê “reşbîn e”
Almanya ji danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê “reşbîn e”

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Almanya, Frank-Walter Steinmeier dibêje ku ew “ne geşbîn e” ku dî danûstanindên Viennayê yênderbarê krîza Sûriyê de bigehin ti encamekê.

Frank-Walter Steinmeier di daxuyaniyekê de îro, 10ê Mijdarê, li Berlînê ragehand ku, armanca danûstandinan “bidawîanîna krîzê ye, tevî ku em ji gehiştin bi wê armancê ne piştrastin.”

Gera yekem a danûstandinên Viennayê roja 23ê Cotmehê di navbera Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê de destpêkiribû. Gera duyem jî bi beşdarbûna 17 welatan û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê birêve çûbû.

Wezîrê Almanî reşbîniya xwe ji gera sêyam a danûstandinan, ku biryar e Şmiya bê birêve biçe, anî ziman û got: “Ti sedeme bo geşbîn û dilxweşiyê nîne.”

Di gera duyem a danûstandinên Viennayê de, wek yekem car Erebistana Siûdiyê û Îran li ser yek maseyê rûniştin û ligel beşdarbûyan pirsa çareserkirina krîza Sûriyê gotûbêj kirin.

Heta niha danûstandinan pirsa çarenivîsa serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed yekalî nekiriye, ku ew jî xala bingehîn a nakokiyê di navbera beşdarbûyan de ye.