Kurdistan24
Nivîskar
Davutoglu: Em amade ne alîkariyê bidin Kurdên li dijî DAIŞê şer dikin
Daxwaza êrîşeke bejayî li dijî DAIŞê jî dike
K24- Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu dibêje ku, ew amade ne di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Kurdan “ ne PKK” bikin.
Ahmed Davutoglu di hevpeyvînekê de ligel televîzyona CNN a Amerîkî îro, 10ê Mijdarê, derbarê şerê li dijî DAIŞê de got:”Pêdiviya me bi stratejiyekê heye ku tê de operasyona esmanî û bejahî hebe. Lêbelê Tirkiyê bi tena serê xwe nikare bikeve bin vî barî."
Davutoglu li ser pirsa "Gelo Tirkiye wê li Sûriyê ji bo têkoşîna DAEŞê operasyona bejahî bike?" wiha got: "Divê em hemû li ser operasyona bejahî biaxivin, ji hevra mijarê parve bihev re parve bikin (…)Eger koalîsyon û stratejiyeke yekbûyî ya baş hebe, Tirkiye amade ye ku di her warî da rol hilde ser xwe."
Serokwezîrê Tirkiyê carek din rexne li Amerîkayê girtin, derbarê alîkarîkiriya ku dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û got: “Eger Amerîka dixwaze çekan bide Kurdên ku li dijî DAIŞê têkoşînê dikin, em jî amade ne, lê ne terorîstên PKKê (…) Em li Sûriye û Iraqê alîkariya çekan a ku ji grûbên bi PKKê ra têkildarin ra tê kirin, baş nabînin. Ji bo sekinandina vê alîkariyê çi ji destê me were em ê bikin, divê ev were fêmkirin."
Serokwezîr Davutoglu wiha dewam kir: "Em hema bê her roj an jî di hefteyê de çend caran di nêv koalîsyonê da operasyona esmanî dibin ser DAIŞê. Lê ev têrê nake. Em vê dinirxînin. Weke ku em bi mehan e ji hevpeymanên xwe re pêşniyaz dikin, divê herêma ewledar hebe û em DAIŞê ji sînorên xwe dûr bixin."