Kurdistan24
Nivîskar
Li Geverê leşkerek hate kuştin
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera gerîlayê PKK û Artîşa Tirkiyê de derket û li Geverê leşkere hat kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera gerîlayê PKK û Artîşa Tirkiyê de derket û li Geverê leşkere hat kuştin.
Li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Colamêrgê navçeya Geverê îro, 10ê Mijdarê danê sibê demjimêr 06:30an gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi çekan êrîşê konvoya leşkerî kirin.
Piştî ku leşkerên Tirk bersiv dan, şerekî dijwar derket. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû. Polîsê birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê Ya Geverê hat veguhastin.
Hat ragihandin ku ji bo girtina gerîlayên PKKyê operasyoneke berfereh dest pê kiriye.
Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Sîlwanê ya Amedê jî ji hefteyekê ve ew navçe wek dervereke qedexe ragehandine, li gor wan jî ku 6 ji gerîlayên PKKê jiyanên xwe jidest dane.
Roja 5 vê mehê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) agirbesta ku berî hilbijartinên 1 Mijdarê ragehandibû, bi daxuyanekê dawî lê anî.