Kurdistan24
Nivîskar
Kampek Lazqiyê hat topbarankirin û 5 kes hatin kuştin
Li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê kampek penaberan hat topbarankirin, di encam de 5 les hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê kampek penaberan hat topbarankirin, di encam de 5 les hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro, 10ê Mijdarê, di daxuyaniyekê de belvakir ku şeva borî kampa li gundê Obîn ya ser bi Laziqiyê ve bi mûşekan hat topbarankirin, di encamê de jî 5 kesên sivîl hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî jî “jêdera wan mûşekan nehatiye zanîn” hin çavkaniyan diyar dikin ku ji firokeyeke Rûşî hatine avêtin, hinan jî gotin ku ji keştiyeke leşkerî ya di Derya Spî de hatine avêtin.
Kampa Obîn li bakurê Laziqiyê ye û dikeve ser sînorê Tirkiyê, zêdetir hezar û 500 penaberên ku ji ber şer û pêvçûnên li derdora Laziqiyê reviyabûn lê bicih dibin.