Nîqaşên li ser serokatî û prosesa çareseriyê zêde dibin

Niqaşên li ser serokatiyê û prosesa çareseriyê her ku diçe zêde dibin. HDPê diyar kir ku dê bêyî wan proses birêve neçe. MHP jî nerazîbûna xwe anî ziman.

Nîqaşên li ser serokatî û prosesa çareseriyê zêde dibin
Nîqaşên li ser serokatî û prosesa çareseriyê zêde dibin

K24 - Enqere

Niqaşên li ser serokatiyê û prosesa çareseriyê her ku diçe zêde dibin. HDPê diyar kir ku dê bêyî wan proses birêve neçe. MHP jî derbarê niqaşan de nerazîbûna xwe anî ziman û got bi van niqaşan dewleta yekgirtî tê armanc kirin.

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan piştî tomarkirina navê xwe li parlamentoyê bersiv da pirsên rojnamegeran. Tan derbarê prosesa çareseriyê de rexneyên giran li hikûmetê girtin û got:  "Ez ji ber wan kesan fedî dikim ku bo bibe aliyê prosesê bi serokkomar re dicivin."

Li aliye din, Altan Tan îdia kir ku niha dewlet li gorî pergala serokatiyê birêve diçe û wiha axifî: “Niha Erdogan bi wan erkên xwe, li gorî pergala serokatiyê tevdigere. Em dê pergala serokatiyê, pergala nîvserokatiyê an jî pergala parlamenteriyê niqaş bikin. Em nikarin ji tişta re bêjin erê yan na, em ê li ser hemû mjaran niqaş bikin, lê tu caran em rê nadin, takeserokatî, dîktatorî û otoretîrbûnê.”

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Şevkat Çetîn jî diyar kir ku hê zûye ku li ser pergala serokatiyê niqaş bên kirin û prosesa çareseriyê jî wekî maskeyekê nirxand: “Ew maske çi ye ferq nake, armanc vekirina xeteke enerjiyê û parvekirina wê ye. Ewên bixwazin bernameya Kurdistana Yekgirtî deynin,  ewên bixwazin em dest ji dewleta xwe ya yekgirtî berdin ku pergala federatîf bide rûniştin, em qet rê nadin wan.”

Nûnerên partiyên siyasî xwedi fikrên cuda ne, lê belê tenê li ser tiştekî di heman fikrê de ne. Ew jî bi vekirina parlamentoyê dê li ser pergala serokatiyê, prosesa çareseriyê û destûra nû niqaş werin kirin.